
Sirgûn “Rîşa Pûç”: Serpêhatiya sirgûn, êş û berxwedanê
15.10.2025
Pêşengê şaîrê edebiyata Kurdî ya modern Arjen Arî, di 13’emîn salvegera mirina xwe de hate bîranîn
30.10.2025Salih Agir Qoserî: Edebiyata Kurdî ya li Ewropayê li ser sirgûniyê hatiye afirandin, ne li ser diyasporayê
Navdarekî edebiyata Kurdî Mehmed Uzun, di salvegera wefata xwe de li Amedê di Navenda Çand û Kongreyê ya Sezai Karakoç (ÇandAmed) de bi merasîmekê hate bibîranîn. Di çarçoveya vê merasîmê de nivîskar û lêkolîner Salih Agir Qoserî, bi sernavê “Sirgûn û Nivîskariyê” axaftinek kir.
Qoserî, di axaftina xwe de behsa bandora dîrokî û edebî ya sirgûniyê li ser edebiyata Kurdî kir û destnîşan kir ku Mehmed Uzun yek ji nûnerên herî bi hêz ên vê kevneşopiyê ye.
“Edebiyata Kurdî li sirgûniyê hatiye şekildan”
Salih Agir Qoserî, di axaftina xwe de got ku kokên edebiyata Kurdî bi piranî li derveyî welêt pêş ketine û wiha got:
“Edebiyata Kurdî ya qesrê di dawiya salên 1800’î û salên 1900’î de li Stenbolê dest pê kir. Paşê li Qefqasya, Şamê û di dawiyê de li Swêdê kevneşopiyeke edebî ya Kurdî çêbû. Yek ji van berheman jî li ser axa Kurdistanê nehat afirandin. Ji ber vê yekê divê em vê pêvajoyê wekî ‘edebiyata sirgûniyê’ binav bikin.”
Qoserî, cudahiya di navbera sirgûn û diyasporayê de jî ronî kir û got ku bingeha edebiyata Kurdî ya li Ewropayê ji “tecrûbeya sirgûniyê” derketiye:
“Sirgûn welatê xwe berdide lê welatê xwe ji bîr nake; wî dinivîse, behs dike. Dîyaspora jî rastiya nifşên ku di nav çandeke nû de mezin dibin e. Ji ber vê yekê divê em edebiyata Kurdî ya li Ewropayê ne wekî diyaspora, lê wekî edebiyata sirgûniyê binirxînin.”
Ji Edward Said heta Mehmed Uzun: Hişmendiya sirgûniyê û nivîskariyê
Qoserî, di axaftina xwe de behsa nêrînên Edward Said ên li ser têgeha sirgûniyê jî kir û got ku sirgûn ne tenê dûrbûneke mekanî ye, lê di heman demê de şêwazeke ramîna pirqatî jî diafirîne:
“Edward Said, sirgûniyê wekî hişmendiyeke du alî pênase dike. Kesek hem xwedî hestekî dogmatîk a girêdana bi welatê xwe ye, hem jî neçar e ku ziman û çanda welatê nû nas bike. Ev nakokî yek ji çavkaniyên herî bi hêz ên edebiyatê ye.”
Di vê çarçoveyê de, Qoserî got ku berhemên Mehmed Uzun ên li Swêdê dikarin wekî “edebiyata sirgûniya dijber” werin nirxandin û destnîşan kir ku romanên Uzun hem êşên Kurdistanê hem jî bîra neteweyekê hildigirin:
“Hemû berhemên Mehmed Uzun mînakên edebiyata sirgûniyê ne. Naveroka wan Kurdî ye, Kurdistanî ye. Di romanên wî de ne sirgûniyeke nostaljîk an romantîk, lê bîreke trawmatîk heye.”
“Nostaljiya trawmatîk di edebiyata Kurdî de dikare bibe têgeheke nû”
Qoserî, di axaftina xwe de behsa têgeha “nostaljiya trawmatîk” ku di xebata xwe ya doktorayê de pêş xistiye jî kir:
“Nivîskarên sirgûn tenê bi hesret li paşerojê nanêrin, di heman demê de zilm, êşkence û trawmayên ku jiyane jî hildigirin. Ji ber vê yekê ez van berheman wekî ‘nostaljiya trawmatîk’ binav dikim. Ez bawer dikim ku ev têgeh wê di edebiyata Kurdî de cihê xwe bigire.”
“Edebiyata sirgûniyê, şêwazeke berxwedanê ya nasnameya Kurdî ye”
Di dawiya axaftina xwe de, Qoserî edebiyata sirgûniyê wekî qadeke nasname û berxwedanê pênase kir:
“Sirgûn ne qutbûna ji welat e; şêwazeke zindîhiştina bîrê ye. Mehmed Uzun jî ev kir. Li sirgûniyê nivîsî, lê di her rêzikê de welat hebû.”
Mîrateya edebî ya Mehmed Uzun careke din tîne bîra me ku tecrubeya sirgûniyê ne tenê mecbûrî ye, lê di heman demê de qadeke ji nû ve avabûnê ye.






