
Hunermendê Kurd Beşer Şahin piştî 30 salan li Amedê
06.10.2025
Sirgûn “Rîşa Pûç”: Serpêhatiya sirgûn, êş û berxwedanê
15.10.2025Yek ji navdartirîn nivîskarên edebiyata Kurdî, Mehmed Uzun, di sala 1953’an de li Sêwregê ji dayik bû. Di sala 1977’an de ji ber sedemên siyasî neçar ma ku welatê xwe terk bike û gelek salên xwe li sirgûnê, bi taybetî li Swêdê, derbas kir. Li wir hem formên nûjen ên vegotina edebiyata Kurdî pêş xist û hem jî bû yek ji pêşengên romana bi zimanê Kurdî.
Jiyanek li sirgûnê, di edebiyatê de xalek guherînê
Mehmed Uzun edebiyatê weke qadek hebûn û berxwedanê didît. Wî digot, “Edebiyat bîra gelan e,” û di berhemên xwe de dîrok, nasname, êş û berxwedana gelê Kurd anî ziman. Di romanên wî de dîrok, mîtolojî û evîn bi hev re di nav hev de bûn; bi berhemên weke “Tu, hevalê min î” û “Kulîlkên Narê” re nêrînek gerdûnî li cîhana hundirîn a mirovî pêşkêş kir. Di nav berhemên wî yên sereke de “Tû, Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê”, “Mirina Kalekî Rind”, “Kulîlkên Narê”, “Siya Evînê” û “Yitik Bir Aşkın Gölgesinde” cih digirin. Uzun, bi van romanan hem zimanê edebî yê Kurdî dewlemend kir û hem jî di cîhana gerdûnî ya edebiyatê de ji bo Kurdî cih vekir.
Mîrateya Mehmed Uzun: Di bîrê, di ziman û dil de
Nivîskar, tevî salên sirgûnê, tu carî ji gelê xwe qut nebû. Di berhemên xwe de bîra dîrokî ya gelê Kurd ji nû ve avakir û ji bo azadbûna ziman, nasname û çandê şopek kûr hişt. Mehmed Uzun di 11’ê Cotmeha 2007’an de ji nav me koç kir, lê ne tenê roman, her wiha mîrateya berxwedaneke çandî li pey xwe hişt.

Bîranîna li ser gorê
Di 18’emîn salvegera wefata wî de, nivîskarê ku tevî salên sirgûnê ziman û bîra gelê xwe jiyand, li Amedê hem li ser gora xwe û hem jî di navenda çandê de bi çalakiyan hate bibîranîn.
Sibeha zû, li Goristana Mêrdînpayê, li ser gora wî xwîner, heval û edebiyatnas hatin ba hev û ji bo bîranîna wî kulîlk danîn. Di nav beşdaran de kesên ji nav çand û hunerê hebûn ku bal kişandin ser zimanê nû yê ku Mehmed Uzun di vegotina nûjen a edebiyata Kurdî de afirand û girêdana wî ya bi gelê xwe re, tevî salên sirgûnê.
Di bîranîna li ser gorê de, hevjîna Mehmed Uzun Zozan Uzun, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Doğan Hatun, Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî ya Bajarê Mezin ê Amedê Zeynep Yaş, malbata nivîskar, heval, nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn.







