
Cizîrê, li gundê Şabaniyê dîrok li ser keviran hatiye xêzkirin
03.10.2025Hunermendê Kurd Beşer Şahin, piştî 30 salan li Amedê careke din bi gelê xwe re hat ba hev.
Di çarçoveya 2. Festîvala Çandê û Parvekirina Keda Jinan Peyasê de, Şahin derket ser sehnê û piştî salên dirêj vegeriya bajarê xwe, bi axaftineke hestiyar bi xelkê re axivî:
“Bi hesretê, bi dilekî germ, bi hurmetê ez we silav dikim. Hûn bi xêr hatin. Min pir bêriya we kir. Me welatê xwe pir bêriya kir. Îro ez pir bi kelecan im. Îro ez pir kêfxweş im. Li ser axa xwe me, di nav civata xwe de me. Serê min bilind e, civata me ya bi hurmet. Bi rêzdarî, bi hurmetê silav Amed. Ameda dilan, paytexta dilan, paytexta welatê min.”
“Sûcê me tenê zimanê me, çanda me, nasnameya me bû”
Piştî jiyaneke dirêj a sirgûniyê, Şahin vegeriya Amedê û di axaftina xwe ya li ser sehnê de hesreta xwe bi van gotinan anî ziman:
“30 sal in em ji hev dûr bûn, bê sûc, bê sedem. Sûcê me tenê zimanê me, çanda me, nasnameya me bû. We berxwedan kir, me jî berxwedan kir. Em hatin ba hev, em ê bigihîjin armanca xwe.”
“Ez guh didim dengê rûspîyan me”
Beşer Şahin di berdewama axaftina xwe de navên ku di bîra gelê Kurd de şopên kûr hiştine bi bîr anî û evîna xwe ya ji bo Amedê wiha got:
“Di roja yekem a hatina min a Amedê de heta sibehê min nekarî razêm. Aliyekî min bi kelecan, aliyekî din bi êş tijî bû. Ez guh didim dengê Musa Anter, dengê Vedat Aydın, dengê Tahir Elçi li berambera we.”
“Bi hesreta bi hezaran koçberan silav dikim”
Sanatçî diyar kir ku ne tenê hesreta xwe, lê ya bi hezaran Kurdên li derveyî welat jî tîne û axaftina xwe wiha domand:
“Îro ez nikarim tenê bi navê xwe biaxivim, bi hesreta bi hezaran mirovên koçber, yên li derveyî welat in û bêriya welatê xwe dikin, ez we silav dikim.
”Rêwîtiya muzîkê ya Beşer Şahin
Beşer Şahin di sala 1969’an de li gundê Kuru Köprü yê Zara ya Sêwasê ji dayik bû. Di 12 saliya xwe de koçî Stenbolê kir.
Di 16 saliya xwe de dest bi muzîkê kir û bi albûma xwe ya yekem “Beriwane” ket nav cîhana muzîkê.
Di xebatên damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê de cih girt, piştre bi Koma Çiya re berhemên hevpar afirand.
Di sala 1993’yan de bi albûma “Nurhaq” ku li Ewropayê hat weşandin, bû dengekî modern ê muzîka Kurdî. Her wiha bi Koma Berxwedan re di çar albûmên cihê de bi performansên solo û vokal cih girt.
Li Amedê civîneke dîrokî
Konsêra di çarçoveya 2. Peyas Kadın Emek Buluşması ve Kültür Festivali de pêk hat, ne tenê bûyeriyeke muzîkê bû, lê di heman demê de qadeke veger û rûbirûbûnê bû.
Gotin û muzîka Beşer Şahin salên dûrketinê û berxwedana gelê xwe li ser heman sehnê anî ba hev.
“Îro ez ê stranên ji dilê min derdikevin bi we re parve bikim.
Dîsa hûn hatin, ser çavê min, ser serê min.”