19.10.2025

Salih Agir Qoserî: Edebiyata Kurdî ya li Ewropayê li ser sirgûniyê hatiye afirandin, ne li ser diyasporayê

Navdarekî edebiyata Kurdî Mehmed Uzun, di salvegera wefata xwe de li Amedê di Navenda Çand û Kongreyê ya Sezai Karakoç (ÇandAmed) de bi merasîmekê hate bibîranîn. Di çarçoveya vê merasîmê de nivîskar û lêkolîner Salih Agir Qoserî, bi sernavê “Sirgûn û Nivîskariyê” axaftinek kir.
03.10.2025

Cizîrê, li gundê Şabaniyê dîrok li ser keviran hatiye xêzkirin

Ebubekir Sinayiç, yê ku li gundê Şabaniyê yê Cizîrê dijî, hewşa mala xwe kiriye mîzexaneyek di bin asmanê vekirî de ku ji dîrokê re hatiye veqetandin. Ji Misrê bigire heta Mîtanniyan, ji Asûriyan heta Romayê, wî şopên gelek medeniyetan li ser kevirên 3-4 tonî xêz kirine. Herwiha, wî amûr û kelûpelên kevnare yên ji xelkê gund kom kirine jî pêşangeh kirine û bangî têkiliyê bi rabirdûyê re dike.
25.09.2025

Gundên Kurdan Anatolyaya Navîn: Vegotin ji Gundê Mikaîla

Gundê Mikaîla, yek ji gundên Kurdan Anatolyaya Navîn, bi mîrateya xwe ya çandî ya dewlemend ku ji paşerojê heta îro hatiye veguhastin balê dikişîne. Nivîskarê kovara Bîrnebûnê Fikret Yıldız (Dr. Mîkaîlî), kevneşopiyên ku di zarokatiya xwe de dîtine û adeta gundî yên ku ber bi jibîrkirinê ve diçin ji bo Şoperêçê vegot. Ev perçeyên çanda devkî yên di bîra wî de mane, hem dîroka Kurdan hem jî dîroka hevpar a Anatolyayê ronî dikin.