15.10.2025

Sirgûn “Rîşa Pûç”: Serpêhatiya sirgûn, êş û berxwedanê

Nivîskar û lîstikvan Ayhan Erkmen di lîstika xwe ya yek-kesî ya bi navê Sîrgûn “Rîşa Pûç” de jiyana sê nivîskarên mezin ên edebiyata Kurd, Celadet Alî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun, ku bi sûrgûnê dagirtî ye, anî ser dikê. Derhêneriya lîstikê Sabri Ejder Öziç kiriye, û ev nîşandan di salvegera 18’an a mirina Mehmed Uzun de, li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezai Karakoç (ÇandAmed) bi temaşevanan re hate nasîn.