
Bazirgana Jin Rukiye Balkiş: Ger derfet bê dayîn jin dikarin her karî bikin
23.04.2025
Müslime Kelekçier: Divê bazirganên mêr ji nav me derxînin
23.04.2025Ji ber ku Mehmet Cevat piştî teqawidbûnê tenê bi mûçeya xwe nikare debara xwe bike, li navçeya Sûrê ya Amedê bi firotina simit û dewan debara xwe dike. Zêdebûna lêçûnên jiyana rojane, kirê û xwendina zarokên wî ew ber bi vê rêyê ve kişand.
“Ez teqawît im lê bêyî kar nikarim debara xwe bikim”
Cevat ji Şoperêç re axivî û zehmetiyên ku jiyaye bi van gotinan vedibêje:
“Hemû zarokên min dixwînin, kirê, elektrîk, gaza siruştî… Yanî zor e. Wê demê tu bi çend qurişan dimînî û bi wê tu nikarî ji bazarê tiştekî bikirî.”
Ev gotin ne tenê yên Cevat in; Ew dengê hevpar a bi hezaran teqawîtbûyî ye ku têdikoşin ku di şert û mercên wekhev de bijîn.
Dezgeha simîtê bû navgîna debarê
Mehmet Cevat ji ber ku meaşê wî yê teqawîtbûnê têrê nake li kuçe û kolanên Sûrê simît û ayran difiroşe, her sibe zû dest bi kar dike.
Cevatê ku tevî temenê xwe bênavber dixebite, ji bo debara jiyana bi rûmet e.