
Erdal Kaya: Divê stand-upa Kurdî bibe normal
10.09.2025
Gundên Kurdan Anatolyaya Navîn: Vegotin ji Gundê Mikaîla
25.09.2025Demekê dengek li kolanên Amedê dipeyivî, paşê ji bo sedsalekê di nav bêdengiyê de winda bû: Kosrof Malool.
Îro eger em dikarin wî dengî dîsa bibihîzin, ev hinekî encama lêgerîna bîreweriyê ya jineke bi îsrar e.
Destpêka lêgerîneke bîreweriyê
Zeynep Yaş, di sala 2012’an de dema li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixebitî, ji bo tomarkirina mîrata muzîka pirzimanî ya bajêr dest bi rêwîtiyê kir. Dema amadekariyên ji bo muzeya bajêr dikir, wê ji her kesî pirsî: “Muzîka vî bajarî çi ye?” Her kesî heman bersiv dabû: “Muzîka Kurdî tune bû.”
Lê belê Yaş, di vê bersivê de jibîrkirineke mezin hîs kir. Wê dest bi lêkolîna şopên stranên Kurdî yên ku ji salên 1920’î û vir ve di radyoyan û plakan de belav bûbûn kir.
Di refên tozgirtî yên arşîvan de: Kosrof Malool
Lêkolînên bi salan, wê birin ba hunermendê Suryanî yê Amedî Kosrof Malool. Dema Mehmet Şimşek li ser Suryanî û Keldaniyan lêkolîn dikir, navê Malool dîtibû. Tê dîtin ku Malool di salên 1910’an de stranên Kurdî gotine. Gava Zeynep Yaş cara yekem ev deng bihîst, pir bi hest bû û got: “Min berê qet tîna wisa nedîtibû.” Hikayeya Malool ji Amedê heta Mûsilê, ji wir heta Îskenderiyê, paşê Fransayê û dawiyê jî eyaleta New Jerseyê ya Amerîkayê dirêj dibe. Malool, ku di sala 1881’ê de li Amedê ji dayik bûye, di dawiya salên 1890’î de neçar ma ku bi malbata xwe re bajarê xwe terk bike. Li New Jerseyê, wî stranên ku ji welatê xwe anîbûn, bi Kurdî û Tirkî di plakan de tomar kirin. Stranên wî yên wekî “Şivanê Kurd” û “Çemê Sînanîkê” bîreweriya Amedê ya jibîrkirî dîsa zindî dikin.
Dengên din ên ji bîreweriya Amedê derketine
Lêkolînên Yaş ne tenê bi Malool re sînordar in. Di sala 1902’an de, lêkolînerekî bi navê Felix Lcy li Îslahiyê di dema xebatên xwe de, straneke Kurdî ya bi navê “Lawo” ku ji aliyê Alî Efendiyê Amedî ve hatibû gotin, tomar kiribû. Her wiha di salên 1920’an de, dengekî bi navê Xelîlê Xazê bi esera xwe yên wekî “Xelîlê Xazê” li Rojhilata Navîn di plakan de cih girt û ev bîrewerî bi tebeqeyeke nû dewlemend kir.
Pira ku bi dengê Neslihan Ediş ve hatiye avakirin
Ev dengên ku demekê hatibûn jibîrkirin, niha piştî sedsalan dîsa derdikevin holê. Yaş dibêje: “Ev tomar ji bo bîreweriya Amedê bêqîmet in.” Û wiha didomîne:
“Min hêj ev xebat temam nekiriye, lê rojekê ez ê vê arşîvê bi her kesî re parve bikim.”
Yankiya “Çemê Sînanîkê” ya berî sedsalekê, îro bi nefeleke cuda vedigere. Piştî sedsalekê, heman awaz niha di dengê hunermenda Amedî Neslihan Ediş de dîsa zindî dibe. Di konsereke ku di nav dîwarên kevirî yên Konaqa Îskenderpaşa de hate lidarxistin de, vê stranê di navbera rabirdû û îro de pireke nedîtbar ava kir û her kesê li salonê bêdeng kir.
Berî ku Ediş strana “Çemê Sînanîkê” bêje, Zeynep Yaş ku wê vexwendibû ser dikê, berê xwe da Ediş û bi germahiyeke ku di salonê de belav bû, wiha got:
“Ez dizanim ku tu hê di destpêka rêya xwe de yî… Te bi straneke xweş dest pê kir, ev yek min pir kêfxweş kir. Ez te ji dil pîroz dikim. Bê guman ev arşîv ji bo hunermendên me ye û tu jî bi dil û can xwedî li vê mîratê derdikevî. Neslihanê ev stran bi dilê xwe yê germ got; ji sedsal berê anî heta îro. Spas dikim… Ez hêvî dikim ku hunermendên me berdewam bikin xwedî li mîrata me ya çandî derkevin.”
Pira ku di navbera rabirdû û îro de hatiye tamîrkirin
Lêkolîna ku Zeynep Yaş dimeşîne, ne tenê rizgarkirina mîrateke muzîkê ye; di heman demê de tamîrkirina pireke di navbera rabirdû û îro de ye. Her notayek, çîrokeke wenda, zimanekî jibîrkirî û bîreweriyeke bêdengkirî dîsa zindî dike.