
Nivîskar Kenan Söylemez: Bandora Dengbêjîtiyê di Romançêkirina Mehmed Uzun de pir diyar e
23.11.2025
Lîstikên gundên jibîrkirî hatin tomarkirin: Şahidiya çanda devkî ji Gundê Mikaîla
17.12.2025Yek ji romannivîsên pêşeng ên wêjeya kurdî Mehmed Uzun, bi rola xwe ya di avakirina wêjeya kurdî ya modern de, her ku diçe zêdetir tê nîqaşkirin û ji nû ve tê xwendin. Doç. Dr. Zülküf Ergün, di pêşkêşiya xwe ya berfireh de romannivîsiya Uzun bi riya “hewldana nêrîneke modern” nirxand û nirxandinên girîng kir. Li gorî Ergünê, Mehmed Uzun nivîskarek e ku di zimanekî qedexe û bindest de çêkirina wêjeya modern gelekî kûr jiyaye. Ji ber vê yekê ne tenê berhem nivîsandiye, di heman demê de kevneşopiya wêjeya kurdî lêkolîn kiriye, çavkaniyên wê berhev kiriye û ji bo ragihandina pêşerojê hewldanekî sîstematîk meşandiye.
Xala şikestina wêjeya kurdî ya modern: Mehmed Uzun berê xwe dide rojava
Di pêşkêşiyê de bi taybetî bal hate kişandin ser qutbûna di navbera salên 1923–1980’an de ku di wêjeya kurdî de valahiyekî mezin çêkiriye; hate destnîşankirin ku di vê serdêmê de kurdên bakur ji derfeta çêkirina wêjeyeke modern mehrûm hatine hiştin. Koçberbûna Mehmed Uzun a li Swêdê û berdewamkirina nivîskarîya xwe, wekî parçeyekî hewldana tamîrkirina vê şikestinê tê nirxandin.Li gorî Ergünê, koçberbûna Uzun a dervayî welat pirsiyarekî mezin raxist ber wî: “Gelo wêjeyeke kurdî ya modern heye?”Ev pirs bû sedem ku Uzun beriya nivîsandina romanan lêkolînên berfireh bike û kokên wêjeya kurdî bi awayekî sîstematîk lêkolîne.
Folklore û modernîte: Çavkaniyên wêjeyî yên Uzun
Akademîsyen Ergün diyar dike ku Mehmed Uzun folklore ne tenê wekî hêmaneke çandî, lê wekî yek ji çavkaniyên bingehîn ên modernîteyê dinirxîne. Mîna vegera romatîzma alman a li folklorê, di Mehmed Uzun de jî ev yek tê dîtin.Di romanan de cihê girîng yê dengbêj, destanbêj, stranbêj û çîrokbêjan encama vê nêzîkbûnê ye. Mirina Rindê Kal, Evdalê Zeynikê û Banga Dîcleyê, romanên ku ev têkilî herî xurt tê hîskirin in.
Estetîka ziman: Li hemberî asîmîlasyonê berxwedana wêjeyî
Ergün di pêşkêşiya xwe de bi taybetî bal kişand ser ku hewldana herî mezin a Uzun daye estetîk û prestîjdayîna kurdî ye. Li gorî Uzun, gava zimanê miletekî bi qîmet dibe, baweriya wî miletî ya bi pêşerojê re jî xurt dibe. Ji ber vê yekê di romanan de ziman bi hûrgilî xebitandiye û girîngiyekî mezin daye estetîka peyvan.Akademîsyen ev hewldana Uzun wiha kurte kir: “Kurdî êdî ne tenê zimanê kolanan be; divê bibe zimanê wêjeyeke modern jî.”
Hunera serbixwe û têgihiştina nivîskariya kesane
Yek ji sernavên din ên girîng ên di pêşkêşiyê de, nêrînên Mehmed Uzun ên li ser serxwebûna hunermend bûn. Li gorî Uzun, cîhana modern azadiya kesayetê esas digire; hunermend jî divê ji zordariya eşîr, îdeolojî û civatan serbixwe be. Ergün bal kişand ser ku romana Dengbêjê Biro metna herî zelal a vê fikrê ye.
Rindê Kal: Mamosteyê sembolîk ê wêjeya kurdî ya modern
Ergün diyar kir ku karakterê Rindê Kal di romana Mirina Rindê Kal de figûrekî sembolîk e û wiha got: “Rindê Kal; nîşana hevpar a gelek ronakbîrên kurd ên wekî Cigerxwîn, Osman Sebrî, Mele Hesen e.” Ev karakter wekî “pira” ku hem cîhana modern hem jî kevneşopiya gel nas dike û her du çandan bi hev ve girêdide tê şîrove kirin.
Mîrnişîniya Botanê û malbata Bedirxaniyan: Paşxaneya dîrokî ya modernîteyê
Doç. Dr. Ergün diyar kir ku Mehmed Uzun kokên wêjeya kurdî ya modern bi riya Mîrnişîniya Botanê û bi taybetî malbata Bedirxaniyan ava kiriye. Di romana Kaniya Çarenûsê de bûyina Celadet Bedirxan a karakterê sereke, nîşana girîngiya ku Uzun daye vê nifşê ronakbîran e.Akademîsyen sedema helwesta îdealîzekirî ya Uzun a li hemberî Bedirxaniyan wiha rave kir: “Nîşanên yekem ên modernbûna kurdî bi malbata Bedirxaniyan re diyar bûne.”

