
Kevneşopiya ku bi hezaran sal e berdewam dike: Çêkirina dimsê
23.04.2025
Digel temenê xwe, divê bixebite
23.04.2025Taxa Firatê ya li navçeya Şahînbeya Dîlokê jî wek gelek taxên din ji aliyê koçberan ve hatiye avakirin. Niha jî biryara hilweşandina beşeke taxê bi hinceta “tesîsên civakî” welatiyên li vir careke din neçar dike ku koç bikin.
Lêçûna îstîmlaqkirinê têrê nake Di çarçoveya biryara hilweşandinê de ji welatiyên ku li taxê xwedî xanî ne, heqê îmhayê tê dayîn û tê xwestin ku ji malên xwe derkevin. Lê belê şêniyên taxê dibêjin teqez heqê ku tê dayîn têra kirîna erdekî nû û çêkirina xaniyekê nake û vê rewşê zirarê li wan kiriye.
Malbata Aslan di sala 1972’an de ji navçeya Bîrecîk a Rihayê koçî Dîlokê kirin. Malbata ku ewil li Taxa Beydilliyê dest bi jiyana xwe kirin, bi salan bi kedeke mezin li Taxa Firatê mala xwe ava kirin. Îro ji wan tê xwestin ku malên xwe yên du qatî biterikînin.