22.04.2025

Sîmyager: Dengbej jî rapbêj in 

Simyager hunermendekî ciwan ê kurd ê rap e û 24 salî ye. Simyager ku li Amedê dijî û di heman demê de mamostetiyê dike, têkiliya xwe ya bi muzîkê re di temenekî biçûk de dît. Hunermendê ciwan ku di salên destpêkê de dest bi repêkirina bi tirkî kir, bi demê re berê xwe da repa kurdî û li wir nasname û zimanê xwe bi hêztir îfade kir.