03.10.2025

Cizîrê, li gundê Şabaniyê dîrok li ser keviran hatiye xêzkirin

Ebubekir Sinayiç, yê ku li gundê Şabaniyê yê Cizîrê dijî, hewşa mala xwe kiriye mîzexaneyek di bin asmanê vekirî de ku ji dîrokê re hatiye veqetandin. Ji Misrê bigire heta Mîtanniyan, ji Asûriyan heta Romayê, wî şopên gelek medeniyetan li ser kevirên 3-4 tonî xêz kirine. Herwiha, wî amûr û kelûpelên kevnare yên ji xelkê gund kom kirine jî pêşangeh kirine û bangî têkiliyê bi rabirdûyê re dike.
23.04.2025

Dengê xweş bîlur: Li pey kevneşopiyekê 

Gelê Kurd bi mîrata xwe ya çandî ya dewlemend û kevneşopiya muzîkê ya kûr tê naskirin. Di vê kevneşopiyê de lêxistina bîlur ne tenê bûye pratîkeke muzîkê, di heman demê de bûye zimanê hest, xweza û dîrokê. Bi taybetî di muzîka kurdî de bîlur hem bi avahîya xwe ya teknîkî û hem jî bi dengên kûr û hestyarî ku derdixe, wekî amûrek bêkêmasî derdikeve pêş.