22.04.2025

Rêwîtiya Muzîkê ya bi Harûn re: Ji Rocka Kurdî Heta Îro 

Harun di sala 1975'an de li navçeya Beytûşşebaba Şirnexê ji dayik bû. Cîhana muzîkê yekem car bi Koma Rewşen ku yek ji pêşengên muzîka rocka kurdî tê dîtin, wî nas kir. Koma ku li Edeneyê di nava Navenda Çanda Mezopotamyayê de hat avakirin, destpêkê li ser xeteke kevneşopî bû, lê bi beşdariya Harûn şêwaza xwe ya muzîkê guherand û dengek bi mûzîka rockê re çêkir.