22.04.2025

Kirêt bi rastî rewşek başbûnê ye

Romana nivîskarê Îspanyolî Michel del Castillo ya bi navê "Gîtar" ji aliyê şanogerê hoste Semih Çelenk ve ji bo şanoyê hat adaptekirin û navê wê jî "Çirkin" kir. Ev çîroka bi heybet ji aliyê Hacî Zeyrek ve hatiye wergerandin kurdî û bi navê “Kirêt” derketiye ser dikê. Lîstik bi şîrovekirina lîstikvanê şanoyê Veysel Aslan li Navenda Hunerê ya Mordemê ya Amedê bi temaşevanan re tê dîtin.