22.04.2025

Çîroka hesreta 27 salan: Delîl Dîlanar

Beriya ku Delîl Dîlanar bi xweşiya dengê xwe were naskirin, ew tenê mêvanê dawetê bû. Strana Kurdî ya ku li Mûşê di dawetekê de got, di jiyana wî de bû xaleke werçerxanê. Piştî vê stranê, ji bo Dîlanar ku ji ber zilmê neçar ma welatê ku lê ji dayik bû û mezin bû biterikîne, rêwîtiya rastî ya muzîkê hê nû dest pê dikir.
22.04.2025

Sîmyager: Dengbej jî rapbêj in 

Simyager hunermendekî ciwan ê kurd ê rap e û 24 salî ye. Simyager ku li Amedê dijî û di heman demê de mamostetiyê dike, têkiliya xwe ya bi muzîkê re di temenekî biçûk de dît. Hunermendê ciwan ku di salên destpêkê de dest bi repêkirina bi tirkî kir, bi demê re berê xwe da repa kurdî û li wir nasname û zimanê xwe bi hêztir îfade kir.
22.04.2025

Rêwîtiyek çandî bi Ma Music re

Ma Muzîk di 3ê Adara 2017an de li Amedê bi şîara “Muzîk ji bo her kesî, muzîk li her derê” dest pê kir. Ma Muzîk ji destpêka damezrandina xwe ve di warê perwerdehiya muzîka kurdî de bûye saziyek pêşeng û bi armanca ne tenê veguherîna takekesî, di heman demê de di warê civakî de jî xebatên xwe didomîne.
22.04.2025

Ji bo bîranîna Egîdê Cimo: Mîrê bilûra li Amedê hat bibîranîn

Ma Muzîkê Çalakiya Rojên Muzîkê ku îsal cara 4emîn li dar xistibû, ji bo bîranîna navê Egîdê Cimo yê jibîrnekirî yê muzîka kurdî diyarî kir. Cimo ku di sêyemîn salvegera wefata xwe de di çalakiya li Amedê de hat bibîranîn, bi berhem û çîroka jiyana xwe careke din di bîranînan de ma.