Çêkirina ava îsotên sor li malê rêbazek kevneşopî ye ku bi sedsalan li gelek herêmên Tirkiyeyê heye. Ev kevneşopî heta roja me ya îro jî zindî ye, bi taybetî li parêzgehên herêmê yên wekî Entab, Riha û Amedê.
Suleyman Şahîn ê 77 salî ku li Taxa Hecîbaba Dîlokê dijî, piraniya jiyana xwe bi karê barkêşiyê derbas kir. Ji ber ku laşê wî yê pîr nikari bû barên giran hilgire, dest bi karê bazirganiyê kir. Naha, ew hewl dide ku debara xwe bike bi vekirina depoyek piçûk a li nêzî mala xwe.
Taxa Firatê ya li navçeya Şahînbeya Dîlokê jî wek gelek taxên din ji aliyê koçberan ve hatiye avakirin. Niha jî biryara hilweşandina beşeke taxê bi hinceta “tesîsên civakî” welatiyên li vir careke din neçar dike ku koç bikin.
Çêkirina dimsê yek ji kevneşopiyên herî kûr e ku bi hezaran sal in li Anatolyayê berdewam dike. Her sal di demsala payîzê de bi rizîbûna rez re berhemên xurekên xwezayî yên wekî dimsê, bastiq û sucik têne amadekirin. Ev hilberandin ne tenê pêvajoyek hilberandina xwarinê ye; Di heman demê de mayîndebûna mîraseke çandî ye.