23.04.2025

Di dîroka Kurdan de mêrekî leheng: Berxwedana Eşoyê Mamedî ya nayê jibîrkirin 

Navçeya Başkale ya Wanê ne tenê bi bedewiya xwe ya xwezayî, bi berxwedêrên xwe yên ku dîroka Kurdan ava kirine jî tê naskirin. Yek ji van berxwedêran Eşoyê Mamedî ye ku di nav gel de navekî efsanewî ye. Çîroka Eşo ku di dîroka Kurdan de bûye sembol, wêrekiya berxwedanê û êşa îxanetê bi hev re hildigire.