
Lewendî çi ye?
23.04.2025
Li Enqereyê xezîneyeke veşartî: Gola Masiyan a li Gundê Polatlı Ilıcayê
23.04.2025Di destpêka sedsala 20an de, Rûsyaya Tsarist dest bi êrişên ser axa Osmaniyan kir.
Di vê pêvajoya dagîrkeriyê de artêşa Rûs heta parêzgeha Wanê ya ku di nav sînorên Tirkiyê yên îroyîn de ye bi pêş ve çû û bi taybetî di sala 1915’an de herêm xist bin kontrola xwe de, lê bi şoreş û guhertina desthilatdariya Rûsyayê re, leşker paşde vekişiyan û herêmên ku dagir kiribûn hatin valakirin.
Yên ku di bin siya şer de dîl hatin girtin
Di dema vekişîna artêşa Rûsyayê de bi hezaran kes dîl hatin girtin.
Di nava van girtiyan de ji navçeya Başkale ya Wanê Bahattîn Bakir û Abdulbakî Bakir jî hene.
Bahattîn Bakir di salên dîltiya xwe de wek berberê taybet ê Serfermandariya Rûsyayê hat tayînkirin.
Vê peywirê ne tenê fersenda saxbûnê jê re peyda kir, lê di heman demê de têkiliya yek bi yek bi efserên payebilind ên rûs ên wê demê re jî saz kir.
Pirsa Serfermandarê Rûs: Gelo Ev Çîrok Li Ser Kurdan Rast e?
Neviyê Bahattîn Bakir, Rıdvan Bakir, ji bapîrê xwe ji Şoperêç bîranîneke balkêş vegot.