
Xêro Abbas: Divê hunermend bi azadî stranên xwe bibêjin
22.04.2025
Sîdar Ferîd: Li ser rêya ceribandina tiştên nû di mûzîka Kurdî de
22.04.2025Bajar komeke muzîkê ye ku jiyana hevpar, pirsgirêkên civakî û hevbendên çandî yên Kurd û Tirkên ku koçî Stenbolê kirine bi stranan vedibêje. Navê komê bi kurdî tê wateya “bajar”. Ev nav ne tenê behsa herêmeke erdnîgarî dike; Di heman demê de lêgerîna nasnameyeke nû û veguhertina çandî ya kesên ku ji gundan ber bi bajaran ve diçin temsîl dike.
Stranbêjê Koma Bajar Vedat Yildirim ji bo Şoperêç çîroka damezrandina komê wiha vedibêje: “Dema ku me Bajar 12 sal berê ava kir, pêşî em li ser navê xwe fikirîn Jiyana bajêr ji bo me bû mijar, êdî Kurd li bajaran dijîn.
Bajar, nasname û berxwedan di muzîka
Bajar de Felsefeya damezrandina Bajar li ser destgirtin, hevdîtin û hevgirtina erdnîgariyek bi erdnîgariyek din re ye. Bajar ne komek muzîka klasîk e; projeyek vegotina çandî ye. Di stranên komê de mijarên wekî qeyranên nasnameyê yên ku bi koçberiyê re hatine jiyîn, adaptasyona jiyana bajarî, windakirin an ji nû ve avakirina ziman cihê xwe digirin. Ev veguhertin hem bi vegotinek siyasî û hem jî bi hestyarî pêk tê.
Pirên ku bi muzîkê tên çêkirin
Bajar armanc dike ku di navbera çandên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn bi taybetî gelê Kurd û Tirk de pirekê ava bike. Kom hewl didin bi muzîka xwe sînoran ji holê rakin, bi herikîna ava Firatê ber bi Marmarayê ve xeyala xwe ya paşerojeke hevpar tîne ziman.