23.04.2025

Dengê xweş bîlur: Li pey kevneşopiyekê 

Gelê Kurd bi mîrata xwe ya çandî ya dewlemend û kevneşopiya muzîkê ya kûr tê naskirin. Di vê kevneşopiyê de lêxistina bîlur ne tenê bûye pratîkeke muzîkê, di heman demê de bûye zimanê hest, xweza û dîrokê. Bi taybetî di muzîka kurdî de bîlur hem bi avahîya xwe ya teknîkî û hem jî bi dengên kûr û hestyarî ku derdixe, wekî amûrek bêkêmasî derdikeve pêş.