22.04.2025
Xêro Abbas di sala 1962an de li bajarê Qamişlo yê Sûriyê ji dayîk bûye. Abbas ku di temenekî ciwan de bi muzîkê re eleqedar dibe, di sala 1986'an de ji ber zilma dewleta Sûriyeyê ya li ser Kurdan koçî Elmanyayê dike. Vê koça bi darê zorê hem jiyana wî ya şexsî û hem jî rêwîtiya wî ya hunerî pir bandor kir.

