22.04.2025

Sîdar Ferîd: Li ser rêya ceribandina tiştên nû di mûzîka Kurdî de 

Sîdar Ferîd muzîkjen û lîstikvanê ciwan ê Kurd ê 25 salî ye. Ferîdê ku ji biçûkatiya xwe bi hunera şanoyê re eleqedar bû, ji bo ku vê eleqeyê bigihîne asteke profesyonel, dersên lîstikvaniyê û muzîkê girt. Hunermend ku îro hem li ser sehnê û hem jî li studyoyê hilberînê didomîne, bi ceribandinên xwe yên nûjen ên di muzîka kurdî de balê dikişîne.