Bilge Kutlu hunermendek e ku hem wek wênesaz hem jî wek peykersaz balê dikişîne. Kutluyê ku bi wênesaziyê dest bi jiyana xwe ya hunerî kir, piştî ku kevir keşf kir dest bi peykersaziyê kir.
Maruf Yüce muzîkjenek 27 salî ye ku li Cizîrê ji dayik bûye. Yûceyê ku hê yek salî bû bi malbata xwe re koçî Gazîentabê kir û ev 26 sal in li vî bajarî dijî.
Li Amedê bi pêşengiya Laminör Kafe, bi hevkariya Chalakevents û Weqfa Mezopotamyayê çalakiyeke watedar a Serê Salê hat lidarxistin. Serê Salê, ku wek cejna kevneşopî ya sersala kurdî tê zanîn, vê carê veguherî kombûneke germ ku tê de huner, muzîk û parvekirina civakî tê de ne.