23.04.2025

Zîvên dîrokî yên Amedê: Rêwîtiya esnafan a ber bi bîranînê ve 

Amed bajarekî ji aliyê çand û hunerê ve dewlemend e ku di dîroka hezaran salan de mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye. Ev dîroka kûr ne tenê li ser dîwar û keviran tê dîtin; Di esnafên kevneşopî, zêr û karên destan de jiyana xwe didomîne. Zivkarî ku beşeke girîng a vê mîrateya kevneşopî ye, hîna jî li Amedê di destê hostayan de zindî dibe.