15.10.2025

Mehmed Uzun: Dengê edebiyata Kurdî yê li sirgûnê

Yek ji navdartirîn nivîskarên edebiyata Kurdî, Mehmed Uzun, di sala 1953’an de li Sêwregê ji dayik bû. Di sala 1977’an de ji ber sedemên siyasî neçar ma ku welatê xwe terk bike û gelek salên xwe li sirgûnê, bi taybetî li Swêdê, derbas kir. Li wir hem formên nûjen ên vegotina edebiyata Kurdî pêş xist û hem jî bû yek ji pêşengên romana bi zimanê Kurdî.