23.04.2025

Digel temenê xwe, divê bixebite

Suleyman Şahîn ê 77 salî ku li Taxa Hecîbaba Dîlokê dijî, piraniya jiyana xwe bi karê barkêşiyê derbas kir. Ji ber ku laşê wî yê pîr nikari bû barên giran hilgire, dest bi karê bazirganiyê kir. Naha, ew hewl dide ku debara xwe bike bi vekirina depoyek piçûk a li nêzî mala xwe.
23.04.2025

Zêrê Spî: Nirxa aborî ya pembû û têkoşîna hilberîner 

Pembû hilberek stratejîk e ku madeya xam a bingehîn a gelek pîşesaziyên wekî tekstîl, rûn, xwarin û selulozê pêk tîne. Ji ber qada karanîna berfireh û nirxa xwe ya aborî, ew yek ji hilberên çandiniyê yên herî daxwazkirî li cîhanê tê hesibandin. Ji ber vê yekê di nav gel de ji pembû re "zêrê spî" jî tê gotin.
23.04.2025

Müslime Kelekçier: Divê bazirganên mêr ji nav me derxînin

Sûka Taxa Jiyan a ku di sala 2013’an de ji aliyê Şaredariya Bağlarê ve li navçeya Bağlar a Amedê ji bo destekkirina azadiya aborî ya jinan hat avakirin, îro yek ji sembola ked û berxwedanê ya jinan e. Li vê sûka ku ji bo tenê jin karibin bixebitin hat avakirin, zêdeyî 200 jinan bi vekirina firoşgehan dest bi alîkariya aboriya malê kirin.
23.04.2025

Mehmet Cevatê teqawît: Hewl didin li ser simît û dew bijîn

Ji ber ku Mehmet Cevat piştî teqawidbûnê tenê bi mûçeya xwe nikare debara xwe bike, li navçeya Sûrê ya Amedê bi firotina simit û ayranan debara xwe dike. Zêdebûna lêçûnên jiyana rojane, kirê û xwendina zarokên wî ew ber bi vê rêyê ve kişand.