06.12.2025

‘Mehmed Uzun, di romana kurdî de mîmarê nêrîneke modern e’

Yek ji romannivîsên pêşeng ên wêjeya kurdî Mehmed Uzun, bi rola xwe ya di avakirina wêjeya kurdî ya modern de, her ku diçe zêdetir tê nîqaşkirin û ji nû ve tê xwendin. Doç. Dr. Zülküf Ergün, di pêşkêşiya xwe ya berfireh de romannivîsiya Uzun bi riya “hewldana nêrîneke modern” nirxand û nirxandinên girîng kir.