23.04.2025

Gundekî Kurdan ê Enqereyê: Çîroka Mikaîla ya 300 salî 

Hebûna Kurdan li Tirkiyeyê ne tenê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ye. Li navçeyên Polatli û Haymana yên Enqereyê bi sedsalan eşîrên kurdan hene. Yek ji van eşîran jî Eşîra Mîkaîlî (Mikaîla) ye ku koka wan ji serdema kevnar e.