22.04.2025
Beriya ku Delîl Dîlanar bi xweşiya dengê xwe were naskirin, ew tenê mêvanê dawetê bû. Strana Kurdî ya ku li Mûşê di dawetekê de got, di jiyana wî de bû xaleke werçerxanê. Piştî vê stranê, ji bo Dîlanar ku ji ber zilmê neçar ma welatê ku lê ji dayik bû û mezin bû biterikîne, rêwîtiya rastî ya muzîkê hê nû dest pê dikir.