Taxa Firatê ya li navçeya Şahînbeya Dîlokê jî wek gelek taxên din ji aliyê koçberan ve hatiye avakirin. Niha jî biryara hilweşandina beşeke taxê bi hinceta “tesîsên civakî” welatiyên li vir careke din neçar dike ku koç bikin.
Çêkirina dimsê yek ji kevneşopiyên herî kûr e ku bi hezaran sal in li Anatolyayê berdewam dike. Her sal di demsala payîzê de bi rizîbûna rez re berhemên xurekên xwezayî yên wekî dimsê, bastiq û sucik têne amadekirin. Ev hilberandin ne tenê pêvajoyek hilberandina xwarinê ye; Di heman demê de mayîndebûna mîraseke çandî ye.
Pembû hilberek stratejîk e ku madeya xam a bingehîn a gelek pîşesaziyên wekî tekstîl, rûn, xwarin û selulozê pêk tîne. Ji ber qada karanîna berfireh û nirxa xwe ya aborî, ew yek ji hilberên çandiniyê yên herî daxwazkirî li cîhanê tê hesibandin. Ji ber vê yekê di nav gel de ji pembû re "zêrê spî" jî tê gotin.
Sûka Taxa Jiyan a ku di sala 2013’an de ji aliyê Şaredariya Bağlarê ve li navçeya Bağlar a Amedê ji bo destekkirina azadiya aborî ya jinan hat avakirin, îro yek ji sembola ked û berxwedanê ya jinan e. Li vê sûka ku ji bo tenê jin karibin bixebitin hat avakirin, zêdeyî 200 jinan bi vekirina firoşgehan dest bi alîkariya aboriya malê kirin.