23.04.2025
Berfîn Aktay, yek ji navên navdar ên nifşên ciwan ên muzîkjenên kurd e, koka girêdana xwe ya bi muzîkê re vedigire malbata xwe û bi taybetî bavê xwe.
Aktay ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bû bi strana "Canda" ya ku di salên lîseyê de got bal kişand ser xwe. Piştî qedandina xwendina xwe ya lîseyê, li Amedê bi cih dibe û perwerdeya muzîkê ya profesyonel dibîne.